Stenbol (Rûdaw) – Lutkeya Aştiya Cîhanê ku ji tevahiya cîhanê bi beşdariya ciwan û xwendevanên zanîngehan birêve diçe îsal careke din bi naverokeke zêde kom bû. Ciwanên ku ji dehan welatan beşdarî lûtkeyê bûn li ser rê û derfetên aştî û nêzikahiya çandan li hemberî hev gotûbêj kirin. Ji Herêma Kurdistanê jî grûbek ciwan bi alaya Kurdistanê beşdarî lûtkeyê bûn ku li Stenbolê birêve çû.
Rêxistina bi navê Zincîra Aştiya Cîhanî ku rêxistineke gerdûnî ye îsal careke din Lûtkeya Aştiya Cîhanê lidar xist. Lûtke îsal bi beşdariya ciwan û xwendevanên ji 100 welatan li Stenbolê birêve çû. Di çarçoveya lûtkeyê de konsolê Katar û Efxanistanê û hin dîplomatên welatên cihê jî beşdar bûn û pirsên ciwanan bersivandin. Ji Başûr û Bakurê kurdistanê jî komeke ciwanan ya xerebelix li lûtkeyê cihê xwe girtin.
Nûnera Lûtkeyê ya Silêmanî Lenya Cemal jî got: “Ez nûnera rêxistina li Kurdistan û Iraqê me. Berê jî min di gelek lûtkeyên din de cîh girt. Îsal em dîsa li vir beşdar in û armanca sereke ew e dak ku bindaya aştiyê bi rêya diyalogê bête danîn û aştî li her derê serdest be. Ez dikarim bibêjim sûda vê lûtkeye ew e ku nûnerên çendîn welatakan beşdar bûne û herwiha alegorî kultur dirûst dibe.”
Rêveberê Giştî yê Lûtkeyê Kamiran Distore jî got: “Li vê qadê gelek xebat li tevahiya cîhanê têne kirin bes nagihîjin cihê pêwîst. Di navbera Hindîstan û Pakîstanê de, navbera Ermenistan û Azerbeycanê de û di navbera Filîstin û Îsarîlê de kêşeyên mezin hene. Neteweyên yekbûyî û hin Hêzên din hewl didin wan rawestînin lê têrî nakin. Divê em bêhtir kar bikin da şer bêne rawestandin. Em jî bi vê mebestê vê lûtkeyê lidardixin.”
Weke mijarên lûtkeyê îsal weke aştî, aborî, şer, wekheviya çand û olan, toleransa li hemberî hev û dîtina rêbazên nû bo rawestandina şerên heyî hate diyarkirin. Di roja yekê de çend panêl bi beşdariya dîplomatan birêve çûn û di roja duyem de jî hemû ciwan bi cilûbergên xwe yên netewî beşdar bûn û rewşa welatên xwe û berdêlên ku ji bo aştiyê li welatan hatine dayîn rave kirin. Ala Kurdistanê û cilûbergên kurdî jî li vê lûtkeyê cihê xwe girtin.
Beşdarî Faris Muhammed jî got: “Ew zêdetir babateke li ser aştiyê ye. Piçekî behsa covid-19ê jî tê kirin. Dîsa rola ciwanan ya li ser aştî û bidawî anîna corona jî hate gotûbêjkirin.”
Nûnera Amedê Jiyan Demîr jî wiha axivî: “Herî zêde behsa Filîstîn û Îsarîlê dikin. Doh me digel hin ciwanên Emerîkî qise kir û me got çima tenê wisa dibe. Wan jî got raste divê bêhtir behsa Kurdistanê jî bê kirin. Min gava din jî axaftinek kir û min got problema me tenê talîban û Filîstîn nîn e. Meseleyên me yên herî girîng li Kurditanê hene. Wan jî got raste û nabe tenê em her li ser Filîstinê biaxivin.”
Beşdarî Mihemed Herkî Soran jî dibêje; “Koferans li ser aştî û belavkirina aştiyê ye li nav komalgehan de. Me jî îro behsa kurd û Kurdistanê kiriye. Ew ro gelekî girînge ku nûnerên kurdan jî li vir hene bo wê ku em hebûna kurdan doza kurdan bo balyozên cûda cûda behs bikin. Me doh jî behs kir ku kurdan çawa berdêl dane.”
Di lûtkeya îsal de herî zêde beşdaran giraniya xwe dan mijara Filîstîn û Îsraîlê. Lê ciwanên kurd bi taybetî rawestandina DAIŞê ji hêla Kurdan ve anîn ziman û daxwaz kirin ku zehmetiyên Kurdan di aştiya cîhanê de jî bêhtir bête dîtin. Lûtkeya ku her sal li 3 rojan welatekî birêve diçe sala çuyî li parlementoya Kurdistanê hatibû lidarxistin.
Subscribe our Newsletter and stay in touch by notify our news and stay with us.